Civak

Li Tirkiye cihê baweriyê hate guhertin

Li Tirkiye di lêpirsînekî de cara yekeme ku berê baweriya xelkê hatiye guhertin. Heta niha çikas lêpirsînek hatiye kirin û ji xelkê hatiye pirsîn; herî zêde baweriya we li kijan dezgehê dewletê tê? Her tim di pêla yekem de xelkê digot ku, herî zêde baweriya ma li Hêzên Çekdarên Tirk heye.

Van rojan  dezgeha  GENAR ( Dezgeha lêkolîn û analîzên civakî û darayî) lêpirsînek ya xwe eşkere kir. Li gora vê lêpirsînê niha dezgehêku herî baweriya xelkê lê heyî, Serokkomar e. Ji berî niha 6 mehan rewş gelek cuda bû. Heta niha Hêzên Çekdar her tim zêdehî ya yekem bû.

 

Encamên Lêpirsînê:

Serokkomarî: ji  % 71.2

Hêzên Çêkdar: Ji % 70.9

Parlemento: Ji % 66.9

Ev lêpirsîn li navbera rojên 5-15-ê Tebaxê de hatiye kirin. Li 17 bajar û 63 qezeyan pirs ji 2240 kesan hatiye kirin û ev encamp hatiye destxistin.

Back to top button