Zêbarî: Armanca şovenan ew e kurd û ereb, Şî`e û Sunne şerê hev bikin

Hêzên pêşmerge, bi hevbeşî ligel artêşa Îraq û Amerîkayê bo çend saetan çûn derdora Celewla, Sadiye û Qeretepe û derketin. Serekerkanê Artêşa Îraqê general Babekir Zêbarî, di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê dibêje ger Herêma Kurdistanê yekalî pêşmerge bişîne nav Celewla û Sadiye, hikûmeta Îraqê qebûl nake. Herwiha dibêje niha bi serpereştiya amerîkiyan ji bo avakirina hêzeke hevbeş li navçeyên veqetandî hewldanek heye û dibêje Îraq niha li pêşber komployeke mezin e.

Pirs: Roja 18ê tebaxê ligel serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî li ser pirsa Celewla û Sadiye civîna we hebû, encama wê çi bû?
Zêbarî: Di civînê de bi awayekî giştî behsa rewşa ewlehiy Îraqê hat kirin, têkçûna vê rewşê jî vedigere bo gotara siyasî ya aliyên îraqî, ku ne gotareke yekgirtî ye li ser rewşa ewlehiyê. Heya niha hinek kes di nava Îraqê de hene hevkariya terorîstan dikin, vêga jî partiya Baasê û rêxistina Qaîde karên xwe berdewam dikin û di navbera wan de hevahengî jî heye.

Pirs: Niha partiya Baasê û Qaîde zêdetir armancên xwe li navçeyên veqetandî pêk tînin, bo girtina rê li ber wan çi pîlaneke hêzên Îraqê ?
Zêbarî: Li hemû navçeyan kiryarên wan hene, lê dixwazin li navçeyên veqetandî şerê mezhebî û neteweyî derxin bi taybetî li Diyala, Kerkûk û Mûsilê. Li wîlayeteke weke Mûsilê çend Kurd û birayên Kurdên Şebek û Êzdî hatin kuştin, ji bilî yên ku koçber û derbider bûn.  

Pirs: Parlamentoya Kurdistanê di rojên 17 û 18ê tebaxê de li ser rewşa Celewla û Sadiye civîna awarte saz kir û biryar da pêşmergeyan bişîne wan her du navçeyan, gelo hikûmeta Îraqê razî dibe?
Zêbarî: Vêga komîteyeke hevbeş hatiye pêkanîn, serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî jî amade ye bo çareserkirina hemû kêşeyan, lê çûyîna pêşmergeyan bo nava Celewla û Sadiye bi awayekî yekalî, hikûmeta Îraqê vê yekê qebûl nake û eger hevahengî di vî alî de nebe, kêşe li ser derdikeve.

Pirs: Xelk û berpirsên kurd dibêjin lîwaya 5an li Diyala hevkariya grubên tundrew dike bo tirsandin û derkirina kurdan, ji ber çi hûn wê hêzê naguherînin?
Zêbarî: Lîwaya 5an li Diyala baştirîn lîwa ye li tevahiya Îraqê, jê re tê gotin  tîpa yekê ya desttêwerdana lezgîn, ger bê zanîn destê hinek kesan di nava vê hêzê de ligel terorîstan heye. Dixuye hinek kes li wir destê wan ligel terorîstan hebe, em hertim gava ku şer dikin top û tankan bikar nayînin, lê li gor  agahiyên sîxuriyê terorîstan ji nav dibin, lewma divê di warê sîxuriyê de em xwe xurt bikin û xelk jî hevkariya me bike.

Pirs: Lê serkirdayetiya kurd û xelkên wan navçeyan dibêjin artêşa Îraqê li wan navçeyan destê wan ligel grubên tund heye?
Zêbarî: Li kûderê kuştin û tirsandin hebe û artêşa Îraqê bêdeng bûbe. Li bajarekî wekî Bexdayê rojane bi dehên kiryarên terorîstî tên kirin, rast e teror heye, lê carina li derveyî desthilata artêşa Îraqê ye.

Pirs: Lê kurd dibêjin tiştê ku li Celewla û Sadiye çêdibe, plangerî ye?
Zêbarî: Bêguman armanca şovenan ew e kurd û ereb, Şî`e û Sunne şerê hev bikin. Xelkên xerab jî li navçeyê planên wan hene careke din van deveran ereb bikin.

Pirs: Wezîrê pêşmerge yê hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje di nava artêşa Îraqê de ti desthilata kurdan nîne, di demekê de hûn serekerkanê artêşa Îraqê ne, ji ber çi?
Zêbarî: Na, ne wisa ye. Çend postên kurdan ên girîng hene di nav artêşa Îraqê de. Rast e ev nayê wateya ku weke pêwîst hebûna kurdan di nava artêşa Îraqê de heye, lê ne bi wî rengî ye jî ku bê gotin desthilata Kurdan tune.

Pirs: Rexneyên tûj ên wezîrê pêşmerge li ser artêşa Îraqê hebûn û got tiştê ku niha li Celewla û Sadiye li himber Kurdan tê kirin di dema rêjîma Baasê de nahatiye kirin, gelo we tedbîrên xwe wergirtine li himber wê hêza li wir?
Zêbarî: Na, ne wisa ye. Rêjîma Baasê kîmyabaran û Enfal û hemû tawan dijî Kurdan kir, artêşa niha ya Îraqê tawanên rêjîma Saddam dûbare nekirine. Rast e niha hinek kes hene kar dikin bo nehiştina Kurdan li Diyala, ew dijminên Herêma Kurdistanê û Îraqê ne, lê nabe ku artêşa niha ya Îraqê ligel artêşa rêjîma Baasê bê daneberhevkirin

Nerîna min :