
Roja 1.03.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqa Federal wergirt.
Li peywendiya telefoniyê da Serok Wezîr Kazimî pîrozbahiya cejna Newroz û serê sala nû ya Kurdî li Serok Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya cejneke aram, serkeftin û saleke xweşiyê ji bo rêzdar û gelê Kurdistanê xwest.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo peywendî û pîrozbahiya wan spasî Serok Wezîr Kazimî kir û hêviya aramî û çareserkirina kêşeyan û derbaskirina qeyranan ji bo Iraqê xwest.