Roja 21.03.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Seyîd Emar El Hekîm Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimaniya Iraqê wergirt.
Rêzdar bi helkefta cejna Newroz û sala nû ya Kurdî, pîrozbahiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya cejneke şad û serkeftinê ji bo wan bi xwe û xelkê Kurdistanê xwest.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî spaskirina rêzdar ya ji bo pîrozbahiyê, hêvî xwest cejn bi xêr û xweşî ji bo welat û hemû aliyek bîne.