Serok û Ellawî pêkanîna hukumeta Iraqê gotubêj kirin

Roja  01.09.2018 li Selaheddîn Serok  Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Îtîlafa Elweteniye ya Iraqê bi serokayetiya Dr. Eyad Elawî kir.Li civînê de ronahî xistin li ser ezmûnên derbasbûyî ya proseya siyasiya Iraqê li piştî qonaxa 2003 û wan babetan xistin ber behs û guftûgoyê ku bûne sedema wê yekê Iraq tûşî qeyrana kûr ya siyasî û emnî û aborî bibê û şanda mîhvan jî nîgeraniyên xwe li ser tehdit û aloziyên niha ya li nav proseya siyasiya Iraqê bi Serok Barzanî gihand.Pêkanîna hikûmeta nû û hilbijartina sê serokayetiya Iraqê û pêkanîna mezintirîn kutleya parlemenî û danîştina yekema parleman û eger û pêşhatên peywist bi proseya siyasî mijareke dinê civîna di navbera Serok Barzanî û şanda bilinda Îtîlafa Elweteniye ya Iraqê bû û têda tekez li ser pabendbûna sê prensîpên şeraketiya rastî û tewafuq û parsengiyê kirin û her wiha wê yekê jî dûpat kirin ku ji bo parastina şeraket û binyatnana dewlet û pabendbûna bi rêkkeftinan pêwîstî bi mîsogerî û mekanîzmeke rûn heye.

Nerîna min :