Serok serdana eniya şer kir
Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê serdana sengerên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li eniya Başîk kir.Li vê serdanê da ku bi mebesta agahdarbûna ji rewşa bereyên şer û navçeyên azadkiriyan û rewşa Pêşmerge hate encam dan, Serok Barzanî pîrozbahiya azadkirina bajaroka Başîkê li gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman kir û spas û destxweşiyê jî li fermande û Pêşmergeyên wan hêzan kir ku beşdarî operasyona azadkirina bajaroka Başîkê bûne û serkeftinekî mezin li beranber terorîstên Da’îş tomar kirine.Li vê serdanê de Serok Barzanî serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên şehîdan kir û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.Di derbarê rewşa bajaroka Başîk û parastina asayîşa nava bajarokê Serok Barzanî şîretên pêwîst ji bo fermandeyên Pêşmerge xisterû û daxwaz kir ku bajaroka Başîk bi zûtirîn demî de ji mîn û teqemenî û paşmayên terorîstan bê paqij kirin, bo ku nîştecihên bajarokê bikarin bi baweriyê ve vegerin ser mal û warên xwe.