CivakPolîtîk

PKK hewldide Şingalê ji Kurdistanê cuda bike

Serokê Encumena Şingalê Weyis Nayif ragihand, PKK bi hemû hêza xwe hewl dide Şingalê ji Herêma Kurdistanê veqetîne û bike navendeke leşkerî. Herwiha dibêje mana PKKê li Şingalê aloziyê çêdike û xelkê wê rastî nexweşiyekî din kiriye.Weyis Nayif ji malpera KDP.info re ragihand: “PKKê dixwaze Çiyayê Şingalê bike navçeyeke leşkerî û xelk jî li dijî vê yekê ne û bi ti awayî razî nabin, ji ber ku mana PKKê li Şingalê rewşê aloz dike û xelkê Şingalê rastî nexweşiyeke mezin din dikin. Lewma çendîn car welatiyan, rûsipî û aliyên pêwendîdar bi riyên cuda daxwaz ji PKKê kirine ku li navçeyê nemînin, lê mixabin PKKê guh nade ti kes û aliyekî.”Serokê Encumena Şingalê wiha got: “PKK rojane navendên nû li Şingalê vedike, ku niha hejmara navendên wan li Şingalê pir bûne û ev yek jî xelkê Şingalê ditirsîne, lewma jî venagerin ser mal û halê xwe, lewma jî mana PKKê li Şingalê metirsîdar e û divê ji navçeyê derkevin, ji ber ku nabe bajarek bibe qurbaniyê siyaseta wan.”

Back to top button