Serok peyameke sersaxiyê ji serokê Filistênê re şand

Serokê herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê ji serokê Filistênê re şand

   
       

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Mehmûd Ebas

Serokê desthilata Filistînê

Silav û rehmet û bereketê xwedê li we bin…

Bi xem û kovaneke mezin em ji wê nûçeya nexweşa we ya ku koça dawiya birayê we xwedêjêrazî Hacî Eta Reza Şehade Ebas agahdar bûn.

Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we dikîn û ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedêjêrazî li ber rehmet û dilovaniya xwe biparêze û bi bihûşta fireh û berîn şad bike. Her wiha ji yezdanê mezin hêvîdarîn ku sebir û aramiyê bide we û malbata we û gelê Filistînê bira bibexşê û we ji hemû nexweşî û nerehetiyan jî biparêzê.

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
04.01.2011

Nerîna min :