Îroj

5'ê Rêbendan

5’ê Rêbendan


Di sala 1919’an û di rojekî wekî îroyê de partiya faşîst ya Almana NAZÎ li Almanyayê hatiye damezrandin.

Nazî an jî nazîsm peyveke kolanî ya bo alîgir û birêveberên Adolf Hitler û sosyalîstên neteweperest (bi almanî: Nationalsozialist) tê bikaranîn.

Peyv ji kurtkirina peyva almanî Nationalsozialismus tê. Herwekî neonazî (anku, “tezenazî”, “nûnazî”) jî tê wateya nasyonalsosyalîstên nû. Îdeologiya nasyonalsosyalîzmê di Şerê Dinyayê yê Duwem de bo sedemê mirina nêzîki 50 milyon mirovî û têk çû.

Nazîzm di navbera her du şerên cihanê de derket holê û îro jî di qada navneteweyî û di nava ti milletan de nayê pejirandin. Îro bi awayekî dizî carna jî eşkere xebatên xwe li hîn welatan dikin.

Di nav wan de li Almanyayê NPD û Skinheads, li Îngîlîstanê Skinheads û li Emerîkayê jî wekê endamên Ku Klux Klan û gelek rêxistinên bîçûk hene.

Di serî de Almanyayê û li gelek welatan de xebatên NAZÎ’yan û pêşiya xebatên siyasiya saziyê wan hatin girtin û bi awayekî eşkere hatine qedexekirin .

Di sala 1933’an de Partiya Karkerên Sosyalîst û Neteweperwerên Alman (NAZÎ) hatin birêxistinkirin û di hilbijartinên Almanyayê de biserketin û rejimekî Totalîter ava kirin. Navê dewleta nû ya Naziyan Reicha III. bû û desthilatdariya wan heta sela 1945’ê berdawam bû.

Ji ber ku pêşiya damezrandina Dewleta Mezin ya Almanan xelkên Cihu, Mirtip, Sosyalîst û Komînîstan hatin cezakirin. Pişt re dinya wan bûyerên nexoş weka Genosîd (komelkûjî) hate nas kirin.

Partiya Karkerên Sosyalîst û Neteweperwerên Alman di gelek eniyan de şer dikir û bi van şerên giranê de bi awayekî giran têk çûn û lig elek welatan bûne sedema mirine bi milyonan kesan.

Back to top button