Şaredarekî wisa nehatiye dîtin
Li Peruyê Şarederek bi navê Abraham Carrasco ji ber jî bîr nekirina vadên xwe li ber xebatkarên şarederiya xwe daye ber qemçîkirinê.
Li Peruyê di meha Kewçêrê de hilbijartina şaredariyê hatîbû kirin û kesên ku hatine bijartin ji serê vê mehê destpê peywîrdariyên xwe kirin. Yek ji wan şaredera nû ya bajarê Chilcayê Abraham Carrascoye . Carrasco bi emrê (23) xwe yê genc xwedî îdiayên mezine .
Carrasco li ber sedan xebatkarê şarederiyê sonda xwe dixwar û di heman demê de banga rûspiyêk bajarê Chilcayê kir û qemçiyekî da destê wî. Ew rûspî li ber herkesî derbê qemçiyan dide ji şaredarê nû re. Her wiha berê ya her darbeyên qemçiyê digot : ‘’Dizî neke’’ ‘’ Derewkar nebe’’ û ‘’ Tembel nebe’’
Dimenên ku li televizyonên Peruyê hatiye weşandin şaredarê nû piştî darbeyên qemçiyan destê rûspiyê maç kir û li ser bajarê Chilca û ji bo bajarê xwe û ji bo xelkê xwe sonda lxizmetguzariyên dixwe.
Şaredarê xort da zanîn ku ew qemçî pêşiya derewkar û dizîtiye digre.