Polîtîk

Stratejîya hikûmeta Kurdistanê bo sala 2011-ê

Kawe Mehmûd Berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de behsa stratejiya hikûmeta herêma Kurdistanê bo sala 2011ê kir û got ku hikûmet dê li ser wan pirojeyên di sala 2010ê de dest pê kirine berdewam be û ew sozên di dema hilbijaertinan re ji hevwelatiyan re de bûn pêkbîne.

Mehmûd got ku hikûmeta herêma Kurdistanê di karnameya xwe ya sala 2011ê de dê giringiyê bi warê avadankirinê, baştirkirina pirojeyên xizmetgozarî, giringîdan bi derametên xwezayî, warê gaz û patrolê, berhemanîna neftê û aliyên civakî bide.

Berdefkê hikûmetê got: Alîyekî din ku hikûmet giringiyê pê bide guhertina hikûmetê bo hikûmeta hevwelatîbûnê ye. Ev jî bi rêya komeke mekanîzma tê cîbicî kirin. tekêd kirin li ser hikûmeteke şefaf, behingarbûba diyardeya gendeliyê û kêkirina berokrasiyê û giringîdan bi rêxstin û komeleyên civaka medenî.

Kawe Mehmûd ku di heman demê de ew wezîrê rewşenbîrî û gêncane jî di berdewamiya axaftina xwe de behsa kar û xebatên wezareta xwe yên sala nû kir û got: Wezareta me giringiyê dê bi hijmareke çalakiyên rewşenbîtî û baş bide. Çalakî dê li hemû devarn bên kiirn û tu dever nayên îhmal kirin. em dixazin çalakiyên rewşenbîrî û werzişî ji bo hemû aliyan bin.

(Silêmanî bajarê rewşenbîriyê Kurdistanê ye) û avakirina bajarê sporê li Hewlêrê ji aliyê wezaretê ve dê bên pêkanîn. Herwesa avakirina avahiyên sînemayê û senterên rewşenbîrî li bajar û bajarokên Kurdistanê.

Back to top button