Civak
Serok pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Projeya Erebên Iraqê kir
Roja dûşem 28.05.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer Sekreterê Giştî yê Projeya Erebên Iraqê û şanda li gel kir.Li vê hevdîtinê de Sekreterê Giştî yê Projeya Erebên Iraqê spasî gelê Kurdistanê û Serok Barzanî kir ji bo yarmetîdan û hewandina koçber û lêqewimiyên Iraqê ya li çend salê derbasbûyî de û pêzanînên xwe hebû ji bo rol û bandora Serok Barzanî li penadana koçberan û bi helwestekî dîrokî binavkir ku tu demekî nayê ji bîr kirin.Her li vê civînê de di derbarê proseya siyasiya Iraqê û hilbijartin û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha her dû alî li guftûgokirina nêrînên li ser proseya siyasî û bernameya hikûmeta dahatû de tekez li ser hemahengiyê kirin.