Roja 22.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir.
Li hevdîtinê de ku Dr. Fuad Husên Wezîrê Darayî ya Hikûmeta Iraqê amadebû, rewşa siyasî û pêşhat û guhertinên dawî ya proseya siyasiya Iraqê nirxandin. Her wiha di derbarê rêyên çareseriya ji bo qeyrana niha ya Iraqê û pêkanîna Hikûmeta nû de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê civînê de ronahî xistin li ser babeta guherîna yasayan ya li Encûmena Nûnerên Iraqê bi taybet yasaya nû ya hilbijartinê û her dû alî tekez li wê yekê kirin ku her guhertinek pêwîste li xizmetkirina berjewendiya hemwelatiyan û welat da bê.
Rewşa siyasiya li asta herêmî û navçeyî mijareke dinê vê civînê bû.