Li avahiya PAKê semîner

Semînera Dr.Ekrem Önen li Teşkîlata Amedê ya PAKê de bi awayekî  biserkeftî li dar ket

Semînera Dr.Ekrem Önen  di roja 22.12.2019an de li Teşkîlata Amedê ya PAKê de bi awayekî  biserkeftî li dar ket.

Semîner bi beşdarîyeke berbiçav li dar ket.

Gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurdan eleqeyeke baş nîşanî semînerê dan û beşdar bûn.

Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Hanifi Turan Moderatorîya semînerê kir.

Di beşa yekem a semînererê de Dr.Ekrem Önen 75 deqîqeyn , ji destpêka salên 1800î heta îro, di debarê sîyaseta Rûsyayê ya di derbarê Kurdistanê de , di derbarê peywendîyên Rûsan û Kurdan de agahdarîyên balkêş û berfireh da.

Di beşa  duyem ya semînerê de jî beşdarên semînerê pirsên xwe kirin, fikrên xwe anîn ziman.

Seminer bi bersîv dayîna  Dr.Ekrem Önen ya  ji pirsên başadaran bi dawî hat.

Beşdarên semînerê  ji ber li dar xistina vê semînerê , spasîya xwe ji  Dr.Ekrem Önen û ji PAKê re anîn ziman .

Nerîna min :