Cîhan

29 çalakvan li Iraqê hatine teroro kirin

Li Iraqê dema xwepêşandan destpêkirîn wek brûskekî li hemû bajaran belav bûn û eve bi mehane berdewamin. DI encama xepêşandanan de  hukumeta Bexdayê dest ji kar kişand û niha jî hewldan jib o avakirina hukumetek nû têne kirin. Lê dixweyê hukumeta bê avakirin de dê daxwazên xwepêşenderan jî ber biçav bêne girtin.

Xalek gelek girînd di daxwziyên xwepêşenderan de heye ku, ew dixwazin Iraqk ji bin bandora Îranê de derkeve û hêdî Iraql azad be û xwediyê serweriyekî be.

Gelek balkêşe ku ji bilî xwepêşandanên ji aliyê hêzên ewlehiyê û herweha ji aliyê hêzên ne naskirîyên tarî hatîn kuştin û birîndar kirin, hinek kesên ku serkêşiya xwepêşndanan dikiran bi zanebûn bûna armanca hêzên tarî û hatine terorokirin. Bawerî ewe ku evkes ji aliyê Îranê yan jî alîgirên Îranî ve hatine kuştin.

Di vê derbarê de, Endamê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê, Elî Beyatî ragihand, ji destpêka xwepêşandanên li Iraqê ve ku ji meha 10an ve dest pê kir û heta niha 29 kes ji çalakvanan hatine terorkirin.

Elî Beyatî diyar jî kir, her di wê heyamê de 3 hewlên terorkirinê jî hebûne ku serkevtî nebûne.

Beyatî pêştir ragihandibû, ji destpêka xwepêşandanan ve hejmara kesên ku di xwepêşandanan de li hemû parêzgehên Iraqê hatine kuştin, gihîştiye 485 kesan û 27 hezar kes jî birîndar bûne.

Herwiha ji destpêka xwepêşandanan ve 2 hezar û 807 kes jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibûne desteserkirin, ku ji bilî 107 kesan, yên din paşê hatine berdan.

Li gor heman zanyariyan, 48 kes ji xwepêşander û çalakvanên civaka sivîl jî ji aliyê çekdarên nenaskirî ve hatine revandin.

Zêdetir ji sê mehan e ku xwepêşandan li Bexdayê û hejmarek bajarên din ên başûrê Iraqê berdewam in. Her ji ber berdewamiya xwepêşandanan û fişara xwepêşanderan û Rêberê Mezinê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayteullah Elî Sîstanî, serokwezîrê wî welatî Adil Ebdulmehdî dest ji kar berda.

Di 1ê Kanûna 2019 de parlamentoya Iraqê dest ji kar berdana Ebdulmehdî qebûl kir, lê heta niha ti kes bo cihgirtina wî nehatiye diyarkirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button