Serokê Kurdistanê pêşwaziya Emîrê Komela Îslamî kir
Îro Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Elî Bapîr Emîrê Komela Îslamî û Abdulsetar Mecîd Endamê Mekteba Siyasiya Komela Îslamî kir.
Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasiya Partî amade bû, rûdawên vê dawiyê ya li Zaxo û Dihokê hatin nirxandin û her du alî jî bi pêwîstî zanî li benda encamên lîjneya lêkolînê bin û bersîvên bi cîh ji bo van rûdawan bidin û karekî wiha bête kirin ku dûbare nebin û bi erkê ser şanê hemû partî û aliyên siyasiyan zanîn ku bi navê gel û emniyeta welatiyan û berjewendiya Herêm û parastina ezmûna wê û kultura pêkve jiyana birayaneya hemû pêkhatên neteweyî û oliyan ku yek ji şanaziyên gelê Kurdistanê ye, rola xwe ya ber bi çav ji bo aram kirina vê rewşa nexwastî de bibînin ku bi tu awayekî xizmet bi Herêm û nav û dengê wî yê navdewletiyê nagihînê.
Ji bo vê mebestê Emîrê Komela îslamî ji bo aramkirin û çareseriya vê rewşê komek pêşniyaran pêşkêşî Serok Barzanî kirin û ragihand ku bi ciddiyetê ve wan pêşniyaran dinirxînin.