Civak

Lêpirsîn digehe Tansu Çîller

Li Tirkiye hêdî hêdî bê jî û bê deng bê jî bûyera herî girîng bi awayekî ber bi vekirinê ve diçe. Wek tê zanîn di salên 90-î de nêzikî 17 hezar kesayetên, kurd, rewşenbîr, siyasetmedar, karsaxz û xelkên din bi destê hêzên tarî yên dewletê bi awayek organîzekirî hatin kuştin. Ew kes hemî bê serûşûn çûn û tu cara kesekî kujerên wan negirtin û bûyer zelal nebûn ji bo wê jî di rojeva Tirkiye de van bûyeran bi navê “ Faîlî mechul Cinayetler“ cîh girt.

Lê piştî polîsek yê hêzên taybet yê kevin bi navê Ayhan Çakir hate girtin û li xwe mikur hat, parêzeran jî hêdî dest avêt vê pirsê. Herî dawî di vê derbarê de berpirsek bilind yê MIT-ê, Mehmet Eymur hate binçav kirin û parêzerek taybet 6 demjimêra êfada wî girt.

Mehmet Eymur di derbarê vê pêvajoyê de hinek tişt gotine û li gora tê gotin navê wezîrê navxwe yê wê demê Mehmet Agar daye û ew wek berpirsê kuştina bi hezarên kurda daye nîşan kirin. Herweha ihtimal a ku di vê derbarê de êfada Tansu Çîller jî bê te girtin derdikevê holê.

Niha agir ketiyê di bin lingê gelek kesan de û ji xwe ditirsin. Berpirsê yakem di van bûyerên kuştina bi hezaran kes Tansu Çîller serokwezîra wê demê û wezîrê navxwe yê wê demê Mehmet Agar e.

Eger  ev lêpirsîn bigihe van herdu navan dê li Tirkiye pêvajoya herî tarî bête zelal kirin û dê gelek kesên pêwendiyên wan di van dezgehên tarî re heyî bê eşkerekirin.

Zelal bûna vê qonaxa tarî dikare bibe destpêka zelalkirina qonaxa herî tarî û bibe destkeftiyek ji bo çareserkirna gelek pirsgirêkên ku îri di civatê de heyîn.


Nûçeyên peywendîdar:

https://rojevakurd.com/civak/8992-Berpirsek-girng-MIT–hate-girtin.html

https://rojevakurd.com/politik/9002-Gelo-dora-Tansu-iler.html

 

Rojevakurd

Back to top button