Serok pêşwazî li Balyozê Mîrnişînê Ereban li Iraq kir
Îro sêşem 16/03/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li Şêx Ebdulla Îbrahîm Balyozê Mîrnişînê Erebên Yekgirtî li Iraq kir.
Li hevdîtinê de, Balyozê welatê Mîrnişînê Erebên Yekgirtî bi navê welat û Hikûmeta xwe pîrozbahiya encamdana hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê li Serok Barzanî kir. Sebaret bi pêwendiyên di navbera Mîrnişînê Erebên Yekgirtî û Herêma Kurdistanê û çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan nameyeke Wezîrê Derveyê wî welatî radestî birêz kir.
Serok Barzanî spasiyên xwe ji bo vê pîrozbahiyê ragihand ku Hikûmeta Herêmê bi hemû kiryarek ve piştgîrî li geşkirina pêwendiyên siyasî û aboriyên di navbera her du alî de dike û balkişand li ser wê yekê ku bi sedema aramiya rewşa asayîş û hebûna jîngeheke kar li Kurdistanê da, kompanya û veberhênerên Îmaratî dikarin tevlî vê avadaniyê bibin û bîkin pireke giringê hemû navçeyên dinê Iraqê û her wiha alîkarî jî li gel welatê Mîrnişînê Erebî bê sînore.
Balyozê Mîrnişînê Erebên Yekgirtî li aliyê xwe ve tekîd kir ku welatê wan bi girîngî ve temaşa Herêma Kurdistanê dikin û dixwazin pêwendiyeke berdewam û dostane li navbera her du aliyan da hebê. Her wiha behsa wan pêşketinan jî kir ku li Kurdistanê hatine holê û hêviya serkeftina zêdetir ji bo gelê Kurdistanê xwest.
Her heman roj Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê berê yê Nefta Iraqa Federal kir
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li Dr. Îbrahîm Behr El Ulum Wezîrê berê yê Nefta Iraqa Federal û namzetê Îtîlafa Nîştîmaniya Iraqî ya Encumena Nûnerên Iraqê kir.
Li hevdîtinê de, çendîn mijarên pêwîst bi proseya hilbijartina Encumena Nûnerên Iraq û pêşhatên dawî ya proseya siyasî li Iraqê û piştî hilbijartinan jî helwestên wan hatin nirxandin.