‘’Armanca me Enfal û Helebce Wek Jenosaît Bidin Nasandin’’
Hewlêr – Hewlên bo nasandina şepola Enfalê a li dijî gelê Kurd û kîmyabarana Helebce wek jenosaît li welatên derve berdewam e. Di vê çarçovê de jî, tîmeke taybet ya parêzerên Norwêcî di hewla peydakirin û bidestanîna belge û dokumantan derbarê tawanên Enfal û kîmyabarana Helebce de. Armanca wan ew e ku belgeyan bighînin Parlamenê wî welatî, da ku ew prosa ku li dijî gelê Kurd hatiye meşandin, wek jenosaît bidin naskirin.
Îro sêşem, 16ê adara 2010an, 22 sal di ser kîmyabarankirina bajarê Helebce de derbas dibe ku bû sedema şehîdbûna dehan hezar mirovên sivîl û hê ew karesat wek xwe nehatiye nasandin, bi taybetî di nav welatên derve de.
Niha bi hewla Wezareta Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi alîkariya jimareyek ji Kurdên Norwêcê, tîmeke taybet ji parêzerên Norwêcî hewl didin rêyeke guncaw peyda bikin û belgename û dokumentên taybet derbarê sucên Enfal û kîmyabarankirina Helebceyê bidest bînin, da ku wêya bigihînin Parêlamenê wî welatî û li wir wek jenosaît bidin naskirin.
Sibeyn Dowîston yek ji wan parêzerên Norwêcî ye ku ligel şandeke Norwêcî serdana Helbeceyê kir, bi armanca ku ji nêzîk ve rewşa bajar û bandorên ku piştî wê tawanê derheqê Helebceyê hatine kirin, temaşe bikin.
Sibeyn Duwîston di daxwiyaniyekê de bo Rojnameya Aso got: “Demek e em li ser proseya jenosaîd naskirina Enfal û Kîmyabarana Helebceyê kar dikin û dixwazin bi riya peydakirian rêyeke guncaw û pêwîst û bidestanîna belgenameyên taybet bi wan dosyan gavên xwe xurt bikin. Bo wê armancê em hatine Kurdistanê da ku em rasterast rewşa jiyana xelkê paşdemayî ya wan prosan bibînin, da ku em bikarin li Norwêcê bi alîkariya Kurdan bi xwe û dostên gelê Kurd li Norwêcê çend riyan peyda bikin û bikarin li Norwêcê karesat û proseyên Enfal û Kîmyabaranê wek jînosayd bidin naskirin. Bêguman evna dê bandoreke mezin bike ser pêşdeçûna doza Kurd di asta cîhanê de, bi taybet ku welateke wek Norwêcê wan sucên hatine serê Kurdan, wek jenosaît bide naskirin. Ji ber ku biryara parlamena welateke wek Norwêcê bandoreke erênî dibe li ser dahatû ya pirsa gelê Kurd.”
Sibeyn Duwîston di berdewamiya daxwiyaniya xwe de ragehand: “Jînosaydnaskirina tawanên Enfal û Kîmyabaranê ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê ve giringî û bandoreke mezin heye. Ji ber ku ew dadgeh bi biryara fermî ya hikûmeta Iraqê pêk hatiye, ji bo dadgehîkirina serokên rêjîma Bees li ser wan sucên ku li dijî gelê Iraqê hatine meşandine. Ji ber ku ew dadgeh di çarçova protokolên navneteweyî de û ji bo dadgehîkirina wan tawanbaran hatiye çêkirin, di warê qanûnî de wêya piştgiriyeke baş e bo gelê Kurd û dikaribe karê baştir li ser bê kirin. Bi taybet, Kurd dikarin di asta navdewletî de kar li ser wê biryarê bikin û mîna belgenameyek fermî pê re tevbigerin.”
Bi baweriya wî parêzerê Norwêcî, ji bo ku Kurd bikare di asta navneteweyî de dosyayên xwe wek jînosayd bide naskirin, divê zêde kar li ser wan bike û hewlên xwe zêde bike da ku bikare baweriyê bi xelkê derveyî xwe re bîne, bi sedema wan jînosayd û qirkirinên ku li dijî wî gelî hatine meşandin.
(Rudaw)