"Em sextekariyê qebûl nakin"
Hewlêr – Di debarê encamên hilbijartinên Kerkûkê de, Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku gelek binpêkirin di encamên hilbijartinan de li qezaya Hewîce hatine encamdan.
Nêçîrvan Barzanî di bêjedanek rojnamevanî de tekezî li ser wê çendê kir, ku pêdivî ye Kurd li ser bingeha bernameyekî stiratejîk, hevpeymanîyê bi alîyên din re ava bike.
Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku nabe Kurd li ser bingeha ev baş e û ev xirap e, hevpeymanîyê bi alîyên din re saz bike. Herwisa ragihand, ku ev ne tiştekî rast e û daxwazîyên Kurdan jî zelal û eşkere ne.
Nêçîrvan Barzanî herwisa da xuyakirin, ku encamên hilbijartinan bi hêzbûna Kurdan û giringîya rola Kurdan di Iraqê de dîyar dike. Barzanî da xuyakirin, ku encamên hilbijartinan dê wiha li alîyên din bike ku ew bi şêweyekî baş daxwazên Kurdan li ber çav bigrin.
Di derbarê saxtekarîyên ku li hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê de hatine encamdan, Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku gelek belge û zanyarî vê yekê piştrast dikin, ku li qezaya Hewîce saxtekarîyên mezin hatine encamdan û gelek binpêkirin hatine kirin.
Nêçîrvan Barzanî di beşekî dinê bêjedana xwe de da xuyakirin, ku wekî hevpeymanîya Kurdistanî, ew pirsa saxtekarîyên li parêzgeha Kerkûkê gelekî giring dibînin û ragihand, ku di vê derbarê de lîsta hevpeymanîya Kurdistanî gilîname pêşkêş kirine û dê bi şêweyekî xurt lêkolînan li ser evî babetî bike.