Polîtîk

Parlementera CHP-ê vereşîya

Enqere – Piştî jenosîda Ermeni, Asurî,Kildanî û pontosiyan ji teref parlementoya Swed ve hate qebûl kirin. Li Tirkiye gengeşeyên balkêş têne kirin. Di komisyona Karû barên derve ya parlementoya Tirkiye de li ser rewşa heyî gengeşe hate kirin. Wek tê zanîn ji berî niha di navbera Tirkiye û Ermenistanê de li Swîsre protokolek hatibû imze kirin. Dema li ser vê protokolê gengeşe hatî kirin, parlementerê CHP-ê Canan Aritman pêşniyarek pêşkêşî komisyonê kir.

Ataman di pêşniyara xwe de dibêje:  “ Ew Ermeniyên ji bo kar hatine Tirkiye û hêj îkama wan tuneye bila derhal ji Tirkiye bêne derxistin.“  “ Ew parlementerên hevwelatiyên Tirkiyene ji bo qebûlkirina jenosîdê deng dayîn yan jî di dengdanê de amade nebûyîn, bila ji hevwelatiya Tirkiye bêne avêtin.“ Aritman berdew dike: “ Bila ketina Tirkiye ya parlementerên ku deng dayîn jenosîdê bête qedexe kirin.“ “ Divê  hududet ji bo Amerîka li Incirlîkê bête danîn û încîrlîk  bête girtin“

Li himber van pêşniyaran wezîrê derve yê Tirkiye Davutoglu gote, em protokola li gel Ermenistanê hatî îmzekirin şûnde nastînin, emê îmaja Tirkiye xira nekin.

Back to top button