Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî û Le Drian rewşa navçeyê guftûgo kirin

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku aloziyên navçeyê dibê sedema nemana têbîniyên li ser Da’îş û serhildana wê rêxistina terorîstî dike metirsiyekî rastîn û gefeke ciddî li ser aramiya navçeyê, ji bo wê yekê bi pêwîstî zanî civaka navdewletî hewleke ciddî ya ragirtina şer û aloziyan bide. Her wiha dilgiraniya xwe li beşdariya grûpên tundrewên rikeberên Sûriye li kirdarên serbaziyên Rojhilata Firatê û rewşa mirovî û egera koçberbûna hemwelatiyên navçeyê nîşan da.

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û rêzdar Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa êvariya roja 17/10/2019 li civînek da li Hewlêrê, rewşa niha ya Iraqê û guftûgo û berev pêşveçûna peywendiyên Hewlêr û Bexda, girîngiya aramiya siyasî û emnî û paşaroja proseya siyasî li Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Fransa û çawayiya berev pêşvebirina wan guftûgo kirin. Her wiha di derbarê pêşhat û pêşketinên dawî yên navçeyê bi giştî û rewşa Sûriyê û pevçûn û operasyona serbaziya Rojhilata Firatê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Ji aliyê xwe ve birêz Wezîrê Derveyê Fransa ji bilî xweşhaliya xwe ya wê yekê ku cara hefteme serdana Herêma Kurdistanê dike, dûpat kir ku serdana wan li vê demê da ji bo nîşandana piştgîriya Serok Macron û Fransaye ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê. Her wiha ji bo eweye ku ji nêzîk ve di derbarê rewşa navçeyê û metirsiya serhildana Da’îş û çawayiya rûbirûbûna wan ya ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî, li gel pêşhatên Sûriye û hewlên ji bo ragirtina şer guftûgo bikin.

Li civînê de ku birêzên Cîgirên Serok û Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Fransa li Iraqê û şanda her dû aliyan amadebûn, Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo Fransa û Serok Macron dûpat kir ku di demên dijwar da hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê kirine. Her wiha vê serdana birêz Wezîrê Derveyê Fransa jî li vê rewşa aloz ya navçeyê da wekî piştgîrî û girîngîpêdana Fransa bi Herêma Kurdistanê û aramiya li Iraq û navçeyê bi giştî da zanîn.

 

Back to top button