
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Daniel Hone, Balyozê Swîsreyê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo ji nû ve vekirina Balyozxaneya Swîsreyê li Bexdayê destxweşî û spasiyê kir û ev yek wek gaveke girîng ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de bi nav kir.
Her du aliyan tekezî li ser xwesteka dualî ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş kirin, bi taybetî di warê aborî de. Herwiha wan behsa derfetên kar û veberhênana kompaniyên Swîsreyî li Herêma Kurdistanê kirin.
Pêşhatên dawî yên herêmê û çend mijarên din ên girîngiya hevbeş, mijarên din ên hevdîtinê bûn.


