Pêşî parve kir, paşê jê bir
Rojemevan, parlementerê berê yê AKPê Şamil Tayyar pêşî parve kir, paşê jê bir… Di hevdîtina bi Öcalan re çi hate nîqaşkirin?
Şamil Tayyar li ser hesabê xwe yê medya civakî naveroka hevdîtinên heyeta komisyona parlementoyê parve kir. Lê di demek kurt de nivîsa ku parvekirî jêbir û tu daxûyaniyek din neda.
Şandeyek ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de hatiye damezrandin, ku ji endamê AKPê Huseyin Yayman, endamê MHPê Feti Yıldız û endama DEMê Gulistan Kılıç Koçyiğit pêk dihat, çûn Girava Îmraliyê û bi serokê PKKê Abdullah Öcalan re civiyan.
Piştî hevdîtinê, endamê AKPê Şamil Tayyar “notên Îmraliyê” yên xwe li ser medyaya civakî parve kir û hûrguliyên serdanê dan. Posta Tayyar di demek kurt de hate jêbirin.
Her çend notên parvekirî nîşan didan ku ÖCALAN helwestek taybetî li hember şandeyê hebû jî, hin hûrgulî wiha hatin parvekirin:
Ocalan bi taybetî bala xwe da Yayman ê AK Partî û Yıldız ê MHP, lê wekî sekreterekî muamele li gel Koçyiğit a Partiya DEMê kir.
Wî pesnê berpirsên dewletê da û silav ji serokê MHPê Devlet Bahçelî re şand, ku wî wekî endezyarê sereke yê pêvajoyê dihesiband.
Ocalan têkçûna pêvajoya aştiyê ya yekem xist stûyê FETÖyê û diyar kir ku îro xetereyek wisa tune ye, lê wî behsa bandora Îsraîlê li herêmê kir.
Wî li ser mijara Sûriyeyê û têkiliyên bi Mazlum Abdî re şîrove kir û diyar kir ku razîkirina PKKê ji razîkirina YPGê dijwartir e.
Wî qebûl kir ku bêçekkirin û valakirina şikeftan hêdî hêdî pêşve diçin û diyar kir ku serdana komîsyonê di şikandina berxwedana di nav PKKê de bi bandor be.
Ocalan dibêje:
DEM min fam nake û aciz bûye,hinek li gora ruhê pêvajoyê tevnagerin.
Divê YPG entegreyê desthilata Sûrî bibe û lejyonerê di nava xwe de pakij bike û wek DEMê di parlementoyê de xebata xwe bike.
Divê Tirkiye xweditiyê li kurdên Sûrî bike.
Pêvajo sernekeve dêherkes winda bike.
Encam:
Ji bo bandora Ocalan di pêvajoyê de zêdetir bibe, tê plankirin ku, ne rûbirû lê bi rêya telefonê Ocalan hevditinekî li gel PKKû YPG bike.
Sala nû de hêviya pêşdexistina pêvajoyê heye.
Ocalan peyama ku, eger pêvajo sernekeve dê ji demê berê hişktir û tundtir operasyon çêbibin.
Tayar dibêje ku, kurtahî rewş ev e qonaxa herî kritik di pêvajoyê de nû destpêdike…



