PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî telefona Bafil Talebanî kir

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi minasibeta 47saliya damezrandina Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê, îro roja çarşemê 01.06.2022ê, , telefona Bafil Talebanî Serokê Yekêtiya Niştimaniay Kurdistanê  kir û ev minasibete li wî, li serokatiyê û li hemû endam û cemawerê YNKê pîroz kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî tevî îşaretdan bi rola bi bandor ya YNKê û Serok Mam Celal di bizava rizgarîxwaza Kurdistanê da, hemû ew tekoşer û pêşmerge yên mêrxas  yên ku di nava refên YNKê da ji bona azadiya Kurdistanê xebat kiriye û qurbanî dane bi bîranîn.

Serok Nêçîrvan Barzanê, her bi vê minasibetê, tekîd li ser wê yekê kir ku ji bona parastina federalî û qewareyê siysî yê Herêma Kurdistanê û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, pêwîstî bi karê hevbeş, pêkveyî, biratî û yekrêziya navbera aliyên Kurdistanê da heye. Û di vî warî da rola Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê bi rolek giring û karîger wesif kir.

Bafil Talebanî Serokê YNKê, ji aliyê xwe ve, li ser navê xwe û li ser navê Yektiya Niştimaniya Kurdistanê, ji bo pîrozbahiyê û peywendiya telefonî, spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir û xebatên wî yên ji bona yekrêzî û lihev civandina aliyên siyasî bilind nirxandin.

Back to top button