
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja Înê êvarê li Munchenê civiyan.
Herdu aliyan li ser pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyên li herêmê û rewşa Sûriyeyê nîqaş kirin û her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya parastina mafên Kurdan di destûra pêşerojê ya Sûriyeyeke yekgirtî de kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê ji bo dostaniya û piştgiriya berdewam a Fransa û Serok Macron û parastina mafên destûrî yên gelê Kurd spasiya Herêma Kurdistanê kir. Her du alî jî li ser girîngiya hevrêziya navneteweyî ji bo parastina aramiya herêmê li hev kirin.


