Cîhan

Ebdî li gel wezîrê derve yê Sûrî bi Marco Rubio re civiya

Ebdî di heyeta Sûrî de li gel wezîrê derve yê Sûriyê Es’ed El-Şeybanî bi wezîrê Derve yê Emerîka Marco Rubio civiyan.

Îro Înê 13ê Sibatê li bajarê Munchenê yê Elmaniya, Mezlûm Ebdî û El-Şeybanî li gel Rubio civiyan.

HSD di daxuyaniyekê de got ku di civînê de pirsa tevlîbûnê û gerentîkirina mafên tevaya pêkhateyan di proseya siyasî de û di destpêka wan de Kurd û Durzî, hate gotûbêjkirin.

Her weha tekezî li ser giringiya berdewamiya şerê li dijî rêxistina DAIŞê ya terorîst hate kirin.

Diyar kir jî: “Rubio tekez kir ku serokê Emerîka Donald Trump giringiyê dide doseya Sûriyê û proseya tevlîbûnê û bicîkirina rêkeftinan û jinavbirina terorê”.

Ji aliyê xwe ve jî Wezreta Derve ya Sûriyê behsa civîna li gel Rubio kir û got ku aliyê Emerîkî tekezî li ser yekbûna Sûriyê û piştgiriya rêkeftina Hikûmetê û HSD û hewlên jinavbirina rêxistina DAIŞê ya terorîst kir. 

Back to top button