Civak

Serok Nêçîrvan Barzanî sala nû ya Zayînî pîroz kir

Seok Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hatina sala nû daxûyaniyek ji bo raya giştî ragihand.

Peyama Nêçîrvan Barzanî:

Sala nû ya Zayînî li malbatên şehîdan, Pêşmerge yên qehreman û hêzên ewlehiyê, li hemû gelê Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdarim ku sala bidestveanîna hêvî û serkeftinê û bidawîbûna şer, alozî, xem û nexweşiyan be û aştî, ewlehî û aramî li tevahiya mirovahiyê belav bibe.

Divê berjewendiya gelê Kurdistanê bibe armanca sereke ya me hemûyan. Da ku bidestpêkirina sala nû re, em yekrêzî, pêkvejiyan, hevpejirandin û hevkariyên hevbeş bikin rûpelekî nû di peywendiyên di navbera hêz û aliyên siyasî û hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê de. Werin em bi hev re kar bikin ji bo parastin û misogerkirina mafên destûrî û federalî û çareserkirina pirsgirêkan digel Hikûmeta Federal a Iraqê li ser bingeha destûrê.

Em careka din tekez dikin ku Herêma Kurdistanê erk û berpirsiyariya xwe ya hevbeş cîbicî dike û weke hertim fakterê aramî û seqamgîriyê dibe, ji bo hemû hevkariyekê jî berhev e ji bona rûbirûbûna gef û çareserkirina pirsgirêkên welat da, ji bona bidestveanîna aramî û seqamgîriya siyasî û emnî li Iraqê, bi awayekî ku maf û şayesteyên hemû pêkhateyên welatiyan parastî bin.

Em dê bi welatên cîran, herêmî, dost û hevpeymanên navneteweyî re li ser esasê rêzgirtin û berjewendiyên hevpar têkiliyên xwe pêş bixin. Ji bo rûbirûbûna metirsiya terorê û jinavbirina terorîstan em dê li ser hevkariya hevbeş berdewam bin. Em dê bi hev re ji bo aştî, aramî û îstiqrarê biçespînin.

Em dê ji bo baştirkirina jiyan û jiyana welatiyan, ji bo zêdetir kûrkirina pirdengiyê, pêkvejiyan, tolerans, parastina demokrasî, mafên mirovan, wekhevî û azadiyan bixebitin. Em bi hêvî û geşbîniyê ve li sala nû dinêrin. Ji bo hemûyan tendirustiyeke baş, serkeftin, şadî û bextewariyê dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Back to top button