Civak

Serok Nêçîrvan Barzanî, Roja Ziman û Çanda Tirkmenî pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bi boneya 17ê Mijdarê Roja Ziman û Çanda Tirkmenî de ragihand, cejna ziman û çanda Tirkmenî li hemû birayên me yên Tirkmen ên Herêma Kurdistanê pîroz dikim.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, em garantî didin her kesî ku, Herêma Kurdistanê tevî nakokiyên xwe dê heta hetayê bi hev re bijîn.

Parlamentoya Kurdistanê di 25ê Kanûna 2019ê de 25ê Sibatê wek Roja Rojnamegerên Tirkmenî û 17ê Mijdarê jî wek Roja Ziman û Çanda Tirkmenî ragihand. Di 17’ê Mijdara 1993’an de yekemîn dibistana Tirkmenî ya bi navê “Doğuş” li Hewlêrê hat vekirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Ez cejna ziman û çanda Tirkmenî li hemû birayên me yên Tirkmen ên Herêma Kurdistanê pîroz dikim. Em careke din piştgiriya xwe ya temam ji bo mafên civaka Tirkmen û hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên Kurdistanê dubare dikin. Her wiha got: “Em garantî didin her kesî ku Herêma Kurdistanê dê bimîne welatekî ku heta hetayê bi hev re bijîn, bêyî ku cudahiya wan hebe.

Back to top button