Cîhan

Netanyahu: Ji bo kêmkirina mirina sivîlan li Xezayê em serneketin!

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu der barê pevçûnên Îsraîl û Filistînê yên ku ji 7ê cotmehê û vir ve dewam dikin de daxuyanî da. Netanyahu destnîşan kir ku li Xezeya ku Îsraîl lê operasyoneke bejayî dimeşîne, “di dema ku şerê li dijî Hamasê dewam dikir, wan her tiştê ku ji destê wan hat kirin da ku sivîl zirarê nebînin, wan jî ji bo ku birevin belavok avêtin, lê ew di xebata xwe da bi ser neketin.”

Netenyahu ji kanala CBS a Amerîkayê re axivî, ji Serokwezîrê Îsraîlê hat pirsîn ka bi kuştina bi hezaran Filistînî li Xezayê ji aliyê Îsraîlê ve dê “nifşeke nû ya nefretê” çêbibe yan na? Netanyahu bersiva vê pirsê wiha da: “Hemû mirina sivîlan trajediyek e. Divê ev nebin (mirinên sivîl) ji ber ku em her tiştî dikin da ku sivîl zirarê nebînin, lê Hamas her tiştî dike da ku wan bixe xeterê. Ji ber vê yekê em ji wan re belavokan dişînin, em bangî wan dikin, li ser telefonên xwe yên destan dibêjin ‘Herêmê biterikînin’. Gelek ji wan ji hev cuda ne.”

Netanyahu diyar kir ku armanca operasyona leşkerî ya Îsraîlê tunekirina Hemasê ye û wiha got: “Tiştekî din ku ez dikarim bêjim ew e ku em hewl didin ku, sivîl jiyana xwe ji dest nedin, Ya ku em dixwazin bikin ev e: . Lê mixabin em (di vê yekê de) bi ser neketin.”

Back to top button