Polîsên Alman li dijî ‘alîgirên Hîzbullahê operasyonek berfireh pêk anî

Wezareta Karên Navxweyî ya Almanyayê ragihand ku li 7 herêman li dijî komeleyên alîgirên Hizbullah a Lubnanê 54 operasyonên berfireh hatine kirin.
Wezîra Karên Hundir Nancy Faeser, di daxuyaniyekê de got: “Em tehemila propagandaya îslamî an kampanyayên antîsemîtî û dij-Îsraîlî nakin”.
Operasyona polîsan “Navenda Îslamî ya Hamburg” (IZH) û pênc rêxistinên din ên ku guman tê kirin bi wê ve girêdayî ne kirin hedef. Almanyaya ku Hîzbullahê wek “rêxistina terorê” dihesibîne, di Nîsana 2020an de xebatên Hîzbullahê yên li welêt qedexe kiribû.
Li gelek herêmên Almanyayê li 54 malan lêgerîn hatin kirin. Bi taybetî IZH mizgefta Îmam Alî ya Hamburgê kontrol saxtî kir.
Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku Servîsa Îstîxbarata Navxweyî ya Almanyayê guman dike ku IZH “bandorek xurt li ser mizgeft û komeleyên din dike da ku wan têxe bin destê xwe.
Li gor wezaretê, “di nav vê tevgerê de meylên eşkere yên antîsemîtî û dij-Îsraîlî hene, ku ew jî bi rêya kanalên medyayî yên cuda tên belavkirin”.
Dema ku serokwezîrê Alman Olaf Scholz hefteyek berê 85-emîn salvegera komkujiya Nazî ya Kristallnacht bi bîr anîbû, soz dabû ku ewê cihûyên li Almanyayê biparêze.