Civak

ENKS serokekî nû ji xwe re destnîşan kir

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) serokekî nû ji xwe re destnîşan kir û sê endam li Desteya Serokatiyê zêde kir.

Desteya Serokatiya ENKSê civîna xwe ya asayî kir û bi daxuyaniyekê  kar û erkên nû li endaman belav kir. ENKS herweha sê endamên din li desteyê zêde kir.

Di civînê de erkên endaman weha hatin belavkirin:

1- Mihemed Nemat Dawûd, Serokê ENKSê

2- Silêman Oso, Cîgirê Serokê ENKSê

3- Feysel Yûsif, Berdevkê Fermî yê ENKSê.

4- Mihemed Îsmaîl, Nûnerê ENKSê di serokatiya Bereya Aştî û Azadiyê de

5- Fesla Yûsif, Sekreter

6- Zehra Ehmed, endam

7- Ebdulbarî Xelef, endam

8- Serhan Îsa, endam

ENKSê kongreya xwe dawî di 28ê Mijdara 2022an de pêk anîbû.

 

Back to top button