
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja pêncşemê 03.08.2023ê, Fermana Herêmî ya ji bo diyarkirina roja encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îmze kir.
Li gor wê Fermana Herêmî û ew desthilata yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê bi Serokê Herêma Kurdistanê daye, Serok Nêçîrvan Barzanî roj 25.02.2024ê ji bo hilbijartinên giştî yên xula şeşemîn a parlamentoya Kurdistan-Iraq diyar kir.
Fermana Herêmî hemû aliyên pêwendîdar pabend dike ji encamdana karê pêwîst û hevkarî û hevahengî digel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo cîbicîkirna vê fermanê ji roja derçûna wê û herwiha di rojnameya fermî da bê belav kirin.
Di vê derbarê da, êvariya îro, birêz Dilşad Şehab peyvdarê Serokatiya Herêma Kurdistanê di presskonferansekê da derbarê îmzakirina biryarnameya han eşkere kir ku piştî rawêj û gotubêjkirina digel aliyên siyasî roja helbijartinan hate diyar kirin.