PolîtîkRojev

Britanya bi kifşkirina roja hilbijartinên Kurdistanê keyfxweş e!

Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave daxûyakirin ku, ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ev gelekî keyfxweşin.

Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê diyar kir, Brîtanyayê bi awayekî berdewam daxwaz kiriye ku hilbijartin bi awayekî azad û dadperwerane, pêkwerin û hêdî hilbijartin neyên paşxistin.

Her wiha destnîşan kir, ew hemû aliyan han didin ku bi awayekî avaker beşdar bibin û aliyên pêwendîdar dilniya bin ku hilbijartin di dema xwe de birêve diçe.

Rosy Cave dibêje, ev derfeteke girîng e ji bo xelkê Kurdistan û Iraqê ji bo têkelbûna li prosseya demokrasî û bercestekirin û bikaranîna mafê xwe yê dengdanê.

Back to top button