PolîtîkRojev

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 3ê Tebaxê, pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Ville Varjola kir, ku bi boneya bidawîbûna erkê xwe, serdan kiribû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî spaskirina alîkarî û piştevaniya Yekîtiya Ewropayê û Balyoz Varjola, bi taybetî ji bo hewl û karên wî yên ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê di dema karê xwe de, hêviya serkeftinê di erkê wî yê dahatû de jê re xwest.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê, bi pêzanînê ve amaje bi alîkarî û hevahengiya berdewam û bihêz a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ligel balyozxane û şanderê şêwirmendê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraq û Herêma Kurdistanê.

Back to top button