Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li welatiyên Mesîhî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta cejna Qiyamê peyamek ragihand û roj li hemwelatiyên Mesihî pîroz kir.
Peyam:
Cejna Qiyame ya Hezretê Mesîh (silavên Xwedê lê bin) bi germî li hemû hemwelatiyên mesîhî yên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim û hêviya cejneke bextewer ji bo wan dixwazim, ez hêvîdarim ku ev cejn xweşî û aramiyê bi xwe ra bîne û aştî perên xwe bi ser tevahiya cîhanê û mirovatiyê da berde.
Di vê cejna pîroz da em dûbare dikin ku Herêma Kurdistanê, weke hertim, dê welatê pirçandî, pêkvejiyan, hevpejirandin û toleransê ji bo hemû ol û neteweyan dimîne û ji bona vê armancê em li ser hewl û xebatên xwe berdewam dibin.
Werin em vê cejna pîroz bikin derfetek ji bo bihêzkirina biratî, yekrêzî û yekdengî di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê da û bi hev re bi ruhê berpirsiyariya hevbeş, erkên xwe yên li hember welat û parastina mafên xwe û kiyana destûrî ya Herêma Kurdistanê cîbicîh bikin û dest li nav dest de ji bo paşerojeke baştir ji bo nifşên bên bixebitin.
Cejna Qiyame li hemûyan pîroz be, hemû salan bi xêr û xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30.03.2024


