Polîtîk

ENKSê li Qamîşlo civînek li darxist

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyê civînek li dar xist û tê de çendîn mijarên girîng hatin gotûbêjkirin.

Mihemed Îsmaîl endamê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di daxuyaniyeke taybet de ji malpera Ark News re ragihand: Civîna îro ya Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî li Sûriyê bi beşdariya nûnerên hemû partiyan û kesên serbixwe pêk hat. Di civînê de, geşedanên siyasî, encamên şerê Gazzeyê, lihevkirinên siyasî û encamên xeternak ên ku dê derkevin holê hatin gotûbêjkirin, dibe ku ev yek ji ber aloziyên li herêmê pêk were.

Li ser asta rêxistinî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî Mihemed Îsmaîl amaje bi wê yekê kir ku Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî hemû raportên ku ji aliyê ofîs û encûmenên xwe ve li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê hatine pêşkêşkirin derbarê çalakî û binpêkirinên ku li dijî baregehê hatine kirin gotûbêj kirin.

Mihemed Îsmaîl got jî: Di civînê de tekezî li ser pêwendiyên dîplomatîk ên Encûmena Niştimanî ya Kurd li gel Amerîka, Fransa û Rûsyayê kirin û pêşhatên dawî yên ligel hevpeymaniyê hatin gotûbêjkirin.

Back to top button