CivakRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Partiya Çaksaziya Turkmenî kir

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi minasebeta li darxistina kongreya 5 emîn ya Partiya Çaksaziya Turkmenî peyamek ragihand.

Peyama serok Nêçîrvan Barzanî:

Bi helkefta encamdan û dawî hatina pêncehemîn kongreyê, pîrozbahiyê li Serokayetî û Encumena Bicîhkar û Endam û dost û alîgir û cemawerê Partiya Çaksaziya Turkmenî dikim, hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Piştgîriyê li pêgeh û rola pêkhatan ya li proseya siyasiya Herêma Kurdistan û Iraqê da dikîn û tekez li ser pêkvejiyan û tebayî û lêborîniya di navbera hemû pêkhatên gelê Kurdistanê da dikîn.

Her serkeftî bin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

28.12.2021

Back to top button