RojevVîdeo

Çeteyên PKKê jiyan li welatiyan teng kirin e!

Rewşa aborî û civakî li rojavayê Kurdistanê roj bi roj ber bi xirabiyê ve diçe. Sedemê bingehîn yê vê yekê helwesta PKKê û kiryarên çeteyên çekdar yên girêdayî Qendîlin.

Tevgera navê “Ciwanên Şoreşger” rasterast girêdayê Qendile û li gora fermana Qendil tevdigere. Ev gruba çekdar ,êrîşê ofisên ENKSê û partiyên Kurdistanî dike, Ala Kurdistanê dişewitînin û hemû cureyên sivikahiyê bi nirxên netewî dikin, zaroka direvînin û radestî YPG û HSD dikin daku wan bi darê zorê bikin şervan.

Rojane êrîşê malên xelkê dikin û kesên wek wan nafikirin tehdît dikin û gelek endamên PDKSê û ENKSê digrin kesek çarenûsa wan nizanê. Xelkê digrin û di bin îşkenceyek hovane de dikujin.

Herî dawî ji bo temamî nanê xelkê qut bikin û xelkê rojavayê Kurdistanê mehkumê birçîbûnê bikin bi hovana êrîşê deriyê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê kirin. Hewl didin bi hemû awayî serweriya başûrê Kurdistanê têkbidin.

Xelkekî mecbûrê koçberiyê dikin û bi mikabilê peran wan derbasî welatên din dikin yanî bazirganiya mirovan dikin. Hewldidin Kurdistanê ji insanên ne wek wan bin pakij bikin.

Back to top button