Ji ber rêkarên ku hikûmeta Iraqê dixwaze li kampa Mexmûrê bigre, egera pevçûnê di navbera artêşa Iraqê û PKKê de heye û berpirsekî PDKê jî vê derbarê de zanyarî dan.
Îro 28.12.2021ê ji ber rêkarên hikûmeta Iraqê yên nav kampa Mexmûr a Rostem Cudî alozî û tengezarî di navbera PKKê û artêşa Iraqê pêkhatin. Vê derbarê berpirsê baskê PDKê yê Mexmûrê Kirmanc Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Her kampekî li her welatekî be divê ew welat îdareya wê kampê bike û hin tedbîrên asayîş û aramiya kampê wergire.’’
Herwaha got: ‘’Lê PKKê berê ew kamp dema di bin destê hikûmeta herêmê û Pêşmerge de bû, her bi zorê ew tişta qebûl nedikir, naha dixwaze li hember hikûmeta Iraqê jî heman tiştî bike. Berî naha binkeyê polîsê artêşa Iraqê li kampê hatibû danîn, ku bere PKKê rê nedida Pêşmerge lê nêzîk jî bibe. Lê rê da ku binkeyê polîsê Iraqê li kampê bê vekirin û ew binkeye di bin kontrola hikûmeta Iraqê de ye û hin tedbir li kampê wergirtine. PKK jî wan tedbîran qebûl nake û yê di navberê de ziyanê jî dibîne xelkê sivîl ê kampê ye.’’
Berpirsê PDKê yê li Mexmûrê got: ‘’Îro hikûmeta Iraqê ragehand ku ev kampe û ji bo xelkê sivîl e û di bin kontrola me de ye. Divê ewlehiya wê jî di bin deste me de be. PKK jî naxwaze wê desthilata xwe ya li kampê heye winda bike û ew çek jê bê standin. Eger Bexda kontrola kampê bike, ew nikarin bi dile xwe hertiştî bikin. Li gor zanyariyên me piraniya xelkê sivîl ê li kampê ji siyaseta PKKê razî nîn in, ji ber PKK bûye sedem ku hewkariyên navnetewî negehin kampê.’’