Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê Li Klûba Zaxoyê Kir

Bi minasebeta serkeftina Yana Zaxo asta cîhanî de, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameka pîrozbahiyê radestî yana Zaxo kir.
Ev jî deqê peyama serokê Hêrêma Kurdistanê ye:
Rêzdarên Serok, Desteya Rêveberiyê û Alîgirên Klûba Werzîşî ya Zaxoyê,
Ez bi germî vê destkeftiya we ya cîhanî pîroz dikim, ku tê de piştevan û alîgirên dilsoz ên Klûba Zaxoyê ji aliyê FIFAyê ve wekî alîgirên herî baş û bi bandor li ser asta cîhanê hatin destnîşankirin.
Ev sernavê cîhanî ne tenê serkeftinek e ji bo Klûba Zaxoyê, belku rûmetek e ji bo tevgera werzîşî ya giştî li Herêma Kurdistanê û Iraqê.
We bi coşî û kelecanî û bi awayekî şaristanî yê alîgiriyê, yarîgeha xwe kirin tabloyeke hunerî ya xweşik û peyama aştî, hezkirin û jiyandostiya gelê Kurdistanê gihandin cîhanê.
Dilsozî û wefadarîya xelkê hezkirî yê Zaxoyê ji bo klûba xwe, mînakek bilind e. Hêvîdar im ku her dem wek pêşeng bimînin û piştgiriyeke xurt bin ji bo pêşveçûna werzîşê û bilindkirina navê Kurdistanê.
Dubare pîrozbahiyê li we dikim û her serbilind û serkeftî bin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16/12/2025


