Civak

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Yekîtiya Nivîskaran kir

Bi helkefta pêncî û çaremîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, bi germî pîrozbahiyê li nivîskarên Kurd dikim û hêviya serkeftinê û pêşkeftinên berdewam dikim. Ez bi rêz û hurmet li rol û xizmeta wan a pîroz a ji bo pêşxistina ziman û wêjeya kurdî dinêrim.

Nivîskarên Kurd hertim ji bo hişyarkirin û parastina nasnameya netewî ya Kurd û Kurdistanê û avakirina civakeke medenî û hevpejirandin û toleransê xebat kirine.

Silav li ruh û bîranînên wan nivîskarên mezin ku xizmet û berhemên wan hertim di bîra me de bimîne û em wan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2024/2/1

Back to top button