Polîtîk

Çekdarên PYDê endamekî ENKSê revavand

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek belav kir û têde revandina endamê encûmena xwecihî ya encumenê Talib Hesen Ibrahîm li taxa rojavayê bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriyê şermezar kir.

Emîndariya Giştî ya Encûmenê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Roja pêncşemê 08.02.2024, birêz Talib Hesen Ibrahîm, endamê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê û Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li taxê hat revandin. Talib Hesen ji aliyê çekdarên PYDê ve hatiye revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e..”

Wê tekez kir ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî vê kiryarê û hemû binpêkirin û kiryarên tirsandinê yên ku ji aliyê van çekdaran ve tên kirin, ku li dijî mafên herî bingehîn ên mirovî ne, şermezar dike.

Daxwaza eşkerekirina çarenivîsa wî û azadkirina bilez kir, bang li rêxistinên mirovî û saziyên navdewletî yên pêwendîdar kir ku fişarê bikin ji bo rawestandina van binpêkirinên ku zêdetir nîgeranî û nearamiyê çêdike.

Ji destpêka salê ve, çekdarên PYDê hejmarek ji endamên Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê yên di bin destê xwe de revandin û piştre berdan.

Back to top button