Polîtîk
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Dr. Eyad Ellawî kir.

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel Dr. Eyad Ellawî, Serokê Tevgera Wîfaqa Niştimanî ya Iraqê û şandeke pê re, civiya.
Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê hatin gotûbêjkirin. Herwiha di derbarê gotûbêjên aliyên siyasî û pengavên ji bo damezrandina hikûmeta federal a dahatî li Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.


