“Ji bo pêşvebirina pêvajoyê encamek erênî hat bidestxistin.”

Şanda ku ji endamê AK Partiyê Hüseyin Yayman, endamê MHPê Feti Yıldız û endama DEMê Gülistan Kılıç Koçyiğit pêk dihat di 24ê Mijdara 2025an debi navê komisyona Parlementoyê çû Îmraliyê. Dema ku komîsyonê guh da Abdullah Öcalan, Serokê Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) li ser vê mijarê daxuyaniyek da û got, “Di encama civînê de, di warê entegrasyona civakî, xurtkirina biratiyê û pêşvebirina erênî ya pêvajoyê ber bi perspektîfeke herêmî ve encamên erênî hatin bidestxistin.”
Şandeyek ji endamên AK Partî, MHP û Partiya DEM pêk dihat çû Îmraliyê. Piştî civînê, Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) daxuyaniyek weşand û got, “Ji bo pêşvebirina pêvajoyê encamek erênî hat bidestxistin.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ku di çarçoveya pêvajoya Tirkiyeya Bê Terorê de di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de hatiye damezrandin. Komisyonê vê dawiyê biryar da ku serdana Îmraliyê bike. Biryara serdana Îmraliyê piştî dengdana di civîna 8emîn a komîsyonê de hat dayîn. Piştî vê biryarê, şandeyek ji endamên AK Partî, MHP û Partiya DEM pêk dihat di 24ê Mijdara 2025an de çû Îmraliyê da ku guh bidin Abdullah Öcalan ka çi dibêje.
Piştî civînê, Serokê TBMMê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hebûn: “Di encama civînê de, di warê entegrasyona civakî, xurtkirina biratiyê û pêşvebirina erênî ya pêvajoyê ber bi perspektîfeke herêmî ve encamên erênî hatin bidestxistin.”


