Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziya Sekreterê Giştî yê NY Kir

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi Muhammed Elhessan, Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re, rewşa giştî ya Iraqê, hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.


Herwiha, girîngiya hilbijartin û rêveçûna pêvajoya dengdanê ya bêqisûr li Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî tekez kirin. Herwiha hêvî kirin ku hilbijartin û encamên wê, ji her alî ve Iraq û Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke baştir ve bibin.


Herdu alî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê bi rêya diyalog û lihevkirinê hemfikir bûn, herwiha piştgirî dan parastina aramî û ewlehiya li Iraqê.


Pêşketinên dawî yên rewşa herêmê bi giştî, mijareke din a hevdîtinê bû.

Back to top button