PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeyeka Yekîtiya Ewrûpayê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya şandeyeka Parlementoya Yekîtiya Ewrûpayê ya bi Serokatiya Nathalie Loiseau Seroka Komîteya Asayîş û Berevaniyê kir.

Di hevdîtinê de, şandeya mêvan armanca serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê diyar ku ew hatine da ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa deverê bibin û got ku seqamgîriya deverê ji bo Ewrûpayê gelek girînge. Şandeya Yekîtiya Ewrûpayê rol, qurbanîdan û mêrxasiya Pêşmergeyên Kurdistanê di rûbirûbûna Daîş da bilind nirxandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, spasiya hevkarî û alîkariyên mirovî û leşkerî yên welatên Yekîtiya Ewrûpayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî da ji bo Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di şerê dijwar yê dijî Daîş da kir. Serok Nêçîrvan Barzanî, her wisa, hevahengiya di navbera Pêşmerge û arteşa Iraqê li deverên maddeya 140 ê ji bona rûbirûbûna metirsiyên Daîş bilind nirxand û tekîd li ser berdewamiya wê hevahengiyê kir. Ji bona berengarbûna metirsî û gefên Daîş, Serokê Herêma Kurdistanê bi pêdivî zanî ku hevkarî û alîkariyên Yekîtiya Ewrûpayê di warên siyasî, aborî, civakî û perwerdeyê da bo Iraq û bo Herêma Kurdistanê berdewam bin. Derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê da, Serok Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan li gor naveroka destûra Iraqê û bi rêya diyalogê kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji şandeya mêvan ra, bi kurtî behsa dîtin û helwestên Herêma Kurdistanê li ser rewşa herêmî bi giştî diyar kir û got ku Herêma Kurdistanê dixwaze fakterê seqamgîrî û aramiya deverê be û arîşeyên herêmî bi rêya li hev têgihiştin û diyalogê bêne çareser kirin.

Prosesa siyasî li Iraqê, biryarên Dadgeha Federaliya Iraqê, hevkariya welatên Ewrûpayî yên ji bona ku prosesa siyasî ya Iraqê ji vê rewşa têda xetimiye derbas bibe, karvedanên şerê Ukraynayê, zêdetir pêşxistina têkiliyên Yekîtiya Ewrûpayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsa mafên mirovî û hevsengiya zayendî û cênderî çend mijarên din yên civînê bûn ku birêzan; Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Belçîkayê û Nûnerê Nivîsîngeha Parlementoya Ewrûpayê ya li Hewlêrê amade bûn.

Back to top button