CîhanRojev

Tirkiye: Tu ferq di neqeba PKK, PYD û YPGê de tuneye

Heyetên swêd û Finlandiya ji bo endametiya xwe ya NATOyê sardana Tirkiye kirin û li gel heyeta Tirkiye ya di serokatiya berdevkê serokkomarê Tirkiye Ibrahim Kalin de civiyan û pêvajoya ketina van herdu welatan û helwesta Tirkiye hate gotubêj kirin.

Heyeta Swêd û Finlandiya ji  Berpirsê Ofîsa Serokwezîrê Swêdê Oscar Stenstrom û Şêwirmendê mezin ê Wezareta Derve ya Fînlandayê Jukka Salovaara pêk dihatin. Civên nêzikî 5 demjimêra berdewam kir. Piştê civîn dawî hat, berdevkê serokkomar û serokê şanda Tirkiye Ibrahim Kalin konferansek rojnemevanî li darxist û behsa naveroka civînê kir.

Kalindaxûyakirin ku; Me ji wanre got ku, ku divê ew welatên nû ku dixwazin bibin endam, nîgeraniyên ewlehiyê yên welatên endam liber çav bigirin û wan nîgeraniyan nehêlin.

Herweha kalin got ku, me daxwazên xwe pêşkêşî Swêd û Fînlandiyayê kirine û tekez kir ew dê li gor bersiva wan daxwazan biryarê li ser proseya endamtiya wan welatan a bo NATOyê bidin.

Kalin dibêje: Me di civînê de bi zelalî anî ziman eger nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê bi pêngavên şênber neyên nehiştin prose pêşvenaçe. Me bi muxatabên xwe re derbarê wê qada ewlehiyê ya nû ku piştî şerê Ukraynayê çêbûye û endamatiya wan a bo NATOyê û di vê çarçoveyê de jî nîgeranî û daxwazên Tirkiyê yên ewlehiyê ku serokkomarê me anîne rojevê bi berfirehî gotûbêj kirin. Ez bi kurtî peyamên ku me dane wan ji we re bibêjim. Di serî de NATO hevpeymaniyeke ewlehiyê ye û ne rêxistineke hevkariya aborî û tişteke din e.

Kalin got: Me ji muxatabên xwe re bi zelalî û eşkere got ku ti ferqek di navbera PKK, PYD û YPGê de nîne û ti wateya cudahiya ku di navbera van de tê kirin li cem me nîne.”

Tê zanîn ku dema Swêd û Finlandiya ji bo endametiya NATOyê serî li NATO dan, Tirkiye helwesta xwe da xûyakirin ku, serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan bi xwe ragihand ku, ev herdu welat pişgiriya terorê dikin û bila xwe newestînin sardana me nekin. Lê dixweyê dê pêvajoya gotubêjan de hinek guhertin rû bidin .

Back to top button