Polîtîk
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Qeterê kir

Li Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Husên Elî Salih El-Fezala yekem Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kir.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna El-Fezala kir û amadehiya Herêma Kurdistanê jî bo piştevanîkirina wî nîşan da.
Ji aliyê xwe ve Konsulê Qeterê silavên Mîrê Qeterê gihandin Serokê Herêma Kurdistanê û kêfxweşiya xwe ji bo vekirina konsulxaneya welatê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da. Herwiha tekez kir ku ewê hemû hewlên xwe bidin ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî de.
Her li vê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çendîn mijarên ku berjewendiyên hevpar hene hatin gotûbêjkirin.