Polîtîk

“Dîplomasiya paş deriyên girtî di navbera AKPê û HEDEPê de destpêkiriye”

Rojnemevan Denîz Zeyrek îdia kir ku beriya hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de pêk bên, AKP û HEDEP’ê di nava têkiliyê de ne. Zeyrek diyar kir ku di navbera endamekî AKP’ê yê gelekî payebilind û du navên herî navdar ên HEDEP’ê de hevdîtin pêk hatiye û bazariya hilbijartinê hatiye kirin.

Denîz Zeyrek di bernameya Orta Sayfa ya Fox TVyê de axivî û îddîaya ku wê rojevê bihejîne kir.

Zeyrek îdia kir ku beriya hilbijartinê berpirsekî AKP’ê yê navdar û 2 rêveberên HEDEP’ê li hev civiyane û li ser tifaqê hilbijartina gotubêj kirine.

Zeyrek, dibêje ku, ji ber ku HEDEPê bawerî bi AKPê nîne daxwaziya protokolek nivîskî kiriye û ev yek jî bûye sedema sekinandina hevdîtinê.

Zeyrek got: Guh nedin ku rexna dikin, ew dîplomasiyekî paş perdê rêvedibin. Min bi çavên xwe dît, du rêveberên Hedepê yên navdar û guhdar li heman otomobîlê siwar bûn û çûn hevdîtina bi kesayetekî girîng ê hikûmetê re.

Bi endamekî AKP’ê yê ku di mijara pirsgirêka Kurd û diyaloga bi dengdêrên Kurd re xwedî gotin e re hevdîtin kirin. Hevdîtin li cihekî derve yê ku AKP’ê diyar kiribû pêk hat û min bi çavên xwe şahidiya wê kir. Di encama hevdîtinê de hat gotin ku Hedep ji ber ku baweriya wî bi wî nayê, protokoleke nivîskî dixwaze.

AKP naxwaze vê bide, ji ber ku eger tiştekî wisa çêbibe, weke protokola Kemal Kiliçdaroglu ya bi Ûmît Ozdag re derketiye holê û Bahçelî wê di wê kêliyê de ji Tifaqa Gel derkeve. 

Zeyrek ji AKPêre dibêje:Ji aliyekê ve hûn ê hewl bidin bi vê yekê li CHP’ê bixin, li aliyê din jî hûn ê ji deriyê paşve bi HDP’yiyan re hevdîtinan pêk bînin.”

Back to top button